Helbest
Dawiya şevê ye, ezman sayî, ziman bi ewr
Peyv di qirika min de dixitimin
Çav westiyayî, pê direcifin ber bayê
Bêhna nanê destê dayika min ji dilê min tê der
Dora tenûrê şikestibû, çar tîş lê vebibûn
Lê nan qet nedibû
Ji bîra min naçe ev,
Dayika min lorik dipêjandin pêsîra xwe de
Her wisa dilorî ser nan û tenûrê de
Lê dawiya şevê ye; tenûr cemidî, nan ne wekî dil
Dayikan, hesin dihelandin bi lorikan;
Dil diheliya, hêsir dilop dilop diwerdibû
Lê tenûr...
Lê welat...
Lorikan girî dixist ber dil
Û mijê dida ser ziman...
Peyvên Kurmancî qirika min disotandin
Dayikan dikirin lorik ev gotin;
Tenûr çar, nan yek parî
Û ewr berhev dibûn, girî diket nav dilê min
Dayika min şîrê Kurmancî dotibû ser zimanê min
Ma çiyê wê hebû j'wê bêtir
Û nan li tenûrê dipêt; bi arê Kurmanciyê hildida hevîr
Nan dibû yek, dil dibû yek, ziman yek, erd yek
Û tenûr bibû çar qet; ji hev qetayî yek bi yek...
Katî